• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

STRANBÊJÊ RADYOYA YÊRÊVANÊ – FETOYÊ HODÎK

الكاتب Naif Rasho on Tuesday, June 9, 2020 · شاركنا الرأي 

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، ‏‏لقطة قريبة‏‏‏
Fetoyê Hodîkê Evdo di sala 1916an li Bakûrê Kurdistanê gundê Qerextînê rêzegundê Sînekê li malbeta Hodîkê Evdode ji dayîk dibe. Çawa em dizanin li sere sedsala 20î piştî komkujî û zorderîyên ji alîyê Împaratorîya Osmanan rev dikeve di nava gelê me yê Bakûrê Kurdistanê. Piştê wê yekê malbeta Hodîkê Evdo koçberî Ermenîstanê nehîya Aragatsonê gundê Şamîramê dibe. Piştî gundê Şamîramê cîguhastî Qûlîbegê dibin. Di sala 1934an Fetoyê Hodîk tevî hevalê xwe yê nêzîk Ûvêtê Pîr Ûsivê soz û qirarê xwe dike yek, û berê xwe didine li Komara Gurcistana Sovîyêtê. Li vir paytexta Gurcistanê bajarê Tblîsê li xwendina bilind eskerîyê ya Piştîkafkasîyayê têne qebûlkirinê. Piştî xelaskirina xwendina xwe, Fetoyê Hodîk û Ûvêtê Pîr Ûsiv qirar dikin û derbazî Bakûrê Kurdistanê bin. Li wê deme sînorên navbera Sovîyêta Sosîyalîst, Îran û Tirkîya nehatibû kivişkirinê. Fetoyê Hodîk û Ûvêtê Pîr Ûsiv ji sînor derbasdibin û hetanî Qersê diçin. Li wire ew rastî mirovên xêrxaz tên û xwestina xwe dibêjin. Lê, wê derê Fetoyê Hodîk û Ûvêtê Pîr Ûsivêra dibêjin ku ew çend wexte ku li Dêrsimê bi Serokatîya Seyîd Riza serhildan pêk hatîyê û ev serhildana li Dêrsimê bê encam dawî bûye û komkûjîya mezin hatîye sere gelê me. Peyra, Fetoyê Hodîk û Ûvêtê Pîr Ûsiv vedigerine Ermenîstanê. Li Ermenîstanê destpê dikin gele me top dikin û li bintara çîyayê Elegezê li şikeftada wan ciwana hîmê karê eskerîyê dikin. Piştî demekî karên wan baş pêjda diçe, lê peyra ji bona pirsgirêkên fînansî komeke leşkerî amade dikin û dixwezin cerdevantîyê bikin. Bi wî cureyî derbazî sînorê Îran û Tirkîyê dibin û li wan deran kerîyê pêz, garanê dêwêr dihajon dibine Ermenîstan û Gurcistanê. Fetoyê Hodîk pê dokûmêntên nerast dixweze goşt bişîne bazarên paytexta Gurcistanê Tblîsê ji bona ku karê wan pêjda bimeşe. Carek – dudu karên wan baş derbaz dibe û goşt tê firotanê. Lê peyra, polîsên Sovîyêtê pêdihese ku goşt ji ku tê bazarên Tblîsê. Ji bona wê yekê Fetoyê Hodîk 15 salanre tê girtinê.
Ceza xwe li girtîgeha Rûsîyayê bajarê Saratovê tevî Cangîr Axa paşê ji li Sîbîrê derbaz dike. Di sala 1942an Fetoyê Hodîk dixweze ji girtîgehê bireve, lê li nava mêşe dixalife unda dibe û nêzikî 10 roja hema usa li mêşeyên Sîbîrê digere. Pê mêweyê mêşe roja xwe derbaz dike. Lê paşe dikebe destê xebatkarên girtîgehê. Fetoyê Hodîk dibêje esker ku unda bûye, ji refê xwe qetîyaye. Zabit hukum dike ku Fetoyê Hodîk bibine kelê, gava tesmîl nebe gerekî bê gullekirinê. Dema ku peya tevî esker diçe hepsê, li rêda gelekî aciz û tî dibe. Piştî çend sehetan, Fetoyê Hodîk ser çok rûdinê û eskerê bi çek sîlahkirî dide fehm kirinê ku qidûmî wî tune here. Wê demê esker dixwezê Fetoyê Hodîk gulle bike û tivinga xwe dide ber wî. Fetoyê Hodîk jî destê xwe qilozî ezmana dike û ancax dibêje: “Tawisî Melek tu bêyî hewara min”. Usa dibe ku pê fîşeka esker Fetoyê Hodîk nayê gullekirinê, lê dema ku tivingê ber ezmana dike, fîşek difire ezmana. Usa Fetoyê Hodîk sax dimîne. Eskerê ûris gelekî ecêbmayî dimîne û dibêje Fetoyê Hodîk: “Te usa çi gotin got ku ew fîşek te neketîye lê ezmana ketîye?”
Fetoyê Hodîk esker dide serwaxt kirinê ku gazî Xwedê kirîye. Û pey vê qewimandinêra esker av û nanê xwe dide Fetoyê Hodîk. Ew tevî hev rûdinên û hêsa dibin. Peyra, wextê diçine girtîgehê, eskerê ûris êdî tivingê li ser Fetoyê Hodîk nagire û ew wek 2 hevala rex hevdu diçine hepsê. Gerek bê gotinê ku Fetoyê Hodîk 2 cara dizewice. Cara yekem pêşîya girtina xwe dizewice. Kulfeta wî ya pêşin Porsora Şevav bûye. Ji Porsora Şevav kurek dibe. Navê kur Cindî bûye. Lê telebextra, piştî 14 rojan Porsora Şevav diçe ber rehma Xwedê û 2 mehên şûnde Fetoyê Hodîk tê girtinê. Kurê Fetoyê Hodîk Cindî ji alîyê meta xwe Cemê tê xweyî kirinê. Dema ku Fetoyê Hodîk ji girtîgehê aza dibe, kurê wî Cindî 15 salî bûye. Cindîyê Feto xortekî zana bûye, tevî berpirsîyarê beşa kurdî ya Radyoya Yêrêvanê salên 1981 – 1994an Ahmedê Gogê Ûsiv xwendîye. Di sala 1952an, pey azabûnê cara duda dizewice û tevî kulfeta xwe Zeytûna Etêr dibe xwedanê 8 kur û 4 keçan.
Nivîskarê bi nav û deng Eskerê Boyîk li pirtûka xwe ya ser nave “Bi kurtayî dîroka Êzdîyên Ermenîstanê” dinivîse ku Fetoyê Hodîk li dibistana gundên Şamîran û Kelekûtê (Komara Ermenîstanê) karê mamostetîyê kirîye. Di salên 1980î berpirsîyarê beşa kurdî ya Radyoya Yêrêvanê salên 1981 – 1994an Ahmedê Gogê teglîfî Fetoyê Hodîk li radyoyê dike. Li Radyoya Yêrêvanê Fetoyê Hodîk stranên wek “Filîtê Quto”, “Lo Xalo”, “Eman Eman”, “Eman Bejinziravê”, “Lê lê cane” û “Zozanê Elegezê” distirê.
Fetoyê Hodîk gelek serpêhatî, mesele, kilam û dîroka civaka xwe zanibû. Dengê Fetoyê Hodîk jî gelek cuda ye. Bi rastî jî pirr zelal e. Gerek bê gotinê ku li jîyana xweda Fetoyê Hodîk gelek çetinayî dît. Girtîgeha Sîbîrê ku Fetoyê Hodîk li wir hatibû girtinê jêra digotin “Kela mirîya”. Çimkî hemû kes nikaribû ji wê kelê sax derketa. Lê Fetoyê Hodîk 15 sala li wê girtîgehêda bû, sax û silamet hate nava koma xwe. Fetoyê Hodîk yek ji mere êşîrê bû. Ew di nava civakêda çawa camêrekî xweyî gotinên xwe, zane, maqûl û dengbêjekî hezkirî tê bîranînê. Heger siyaseta dewleta Sovîyêtê nînbûya, diqewimî ku Fetoyê Hodîk bibûya serokê serhildana gelê xwe û nave wî li dîroka gelda bi herfê zêrîn bihata nivîsarê. Fetoyê Hodîkê Evdo di sala 1985an li Ermenîstanê nehîya Êçmîyazînê li gundê Arşalûîsê diçe ser dilovanîya xwe. Di sala 2020an bi alîkarîya berpirsîyarê beşa kurdî ya Radyoya Yêrêvanê Tîtalê Keremê Seyad şeş kilamên Fetoyê Hodîk ji arşîva Radyoya Yêrêvanê hate dîtin û gelê me careke din dengê lawê xwe li Radyoyê bîst. Erê, îsal temam dibe 35 sal çawa Fetoyê Hodîk çûye Rehma Xwedê, lê dengê wî îsal dîsa li zindî bû. Bira Rehma Xwedê Fetoyê Hodîkê Evdo be. Ji bona hazirkirina evê gotarê ez spasîya xwe didimê kurên Fetoyê Hodîk Apê Sûrên, Apê Semend, Apê Zirbe û Apê Mûrad.
Miqale hazirkir – Hesenê Mehmed Celîlov
Wêneyê yekem Fetoyê Hodîk
Wêneyê duda Fetoyê Hodîk tevî kulfeta xwe Zeytûna Etêr
Wêneyê sisîya Fetoyê Hodîk tevî hevalê xwe Ûvêtê Pîr Ûsivê. Wêne li dema xwendina bilind ya eskerîyê li paytexta Gurcistanê bajarê Tblîsê hatîye kişandinê
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، ‏‏لقطة قريبة‏‏‏
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏٢‏ شخصان‏
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٢‏ شخصان‏، ‏‏لقطة قريبة‏‏‏

ضمن قسم Cand u Huner · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]