Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
BasNews – Serokê komîsyona pêwendiyên derve li parlementoya Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê jî dê beşdarî danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê bibe.
Parlementerê Kurdistanê û serokê komîsyona pêwendiyên derve, Rêbwar Babkeyî ji BasNewsê re got, Iraq û Amerîka di demek nêzîk de dest bi danûstandinên stratejîk dikin. Herêma Kurdistanê jî dê beşdarî wan danûstandinan bibe.
Rêbwar Babekeyî her wiha got, piştî wan danûstandinan di warên siyasî, ewlehî û aborî de dê di navbera her du aliyan de rêkeftin were îmzekirin. Ev rêkeftin bo Herêma Kurdistanê jî girîng e. beşdarbûna Herêma Kurdistanê di wan danûstandin û rêkeftinan de dibe sebeba bihêzbûna pêgeha siyasî û îdarî ya Kurdistanê û bandorek baş jî li ser pêwendiyên Waşington û Hewlêrê dike.
Babkeyî her wiha got, rêkeftina han dê Amerîka pêbendî wê yekê bike ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike û pêwendiyên aborî yên Hewlêr û Waşingtonê bihêz bike.
Serokê komîsyona pêwendiyên derve da zanîn, ew niha mijûlî destnîşankirina şandekê ne da ku beşdarî danûstandinên han bibe. Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî dê serokatiya wê şandê bike.
Bi gotina balyozê Amerîka li Iraqê, danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê dê niviya vê mehê dest pê bikin.
Leave A Comment