Balyozê Amerîka: Herêma Kurdistanê jî beşdarî danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê dibe
BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Amerîka li Bexdayê, Matthew Tueller kir.
Di civînê de, ku konsolê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagen jî amade bû, rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin axaftin.
Balyozê Amerîka behsa girîngiya danûstandinên stratejîk yên navbera Amerîka û Iraqê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê jî beşdarî wan danûstandinan dibe.
Wî dîplomatê Amerîkî her wiha got, çi ji destê me were emê alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin bi taybet bo derbaskirina kirîza aborî, ya ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê pêsîra welat girtiye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî têkestî li ser girîngiya beşdarbûna Herêma Kurdistanê di danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê de kir, bi rengekî ku encamên wan danûstandinan bi sûda hemû gelên Iraqê be.
Leave A Comment