Oxir be tera Barȋyȇ bira/Eskere Boyik
Cabeke xemgîn ji Welatê Qazaxistanȇ, bajarȇ Almatayê gihȋște me. Dengȇ mirinȇ zû bela dibe. Hogirȇ minȋ qelemȇ, nivȋskarȇ meyȋ pir emek û hȇja Barîyȇ Bala ҫûye rhema Xwedȇ.
Ku bȇjȋ ȋro Kurdan hȇlȋn ҫȇ nekirin e? Bi hezara km ji walatê xwe dûr, ji hev dûr.
Em bi tȇlȇfonȇ bi hevra diaxivȋn. Dilȇ helbestvanȋ nazik dûr va bi hisret û kesera welatȇ wȋ Kurdistanȇ lȇ dixist. Axȋna wȋ azadya welêt bû:
Geh sêfîl bûm, geh kesîi bûm boy huba te,
Bûme kizik, her gav helîyam ez seba te,
Por sipî bû, ser zimîn e tim nave te,
Roj bihata, min bidîta azaya te.
Lê qeder hê gelê Kurd ra nakene.
Caba her xwestinekê keser û axîn e.
Rehmeta Xadê ronakbirê welatparêz Barîyê Bala be.
Cîhê wî buhuşt be. Bira serȇ gelȇ Kurd sax be.
Sersaxȋ malbata wî û civata Almatayê ra.
Navê wî tim li nav edebyeta gelê wî da bimn e.
25.05.2020
Leave A Comment