Wêneyê Eskere Boyik. Eskere Boyik 2018 Gulan 21 SIMOYÊ ŞEMO-90

Simoyê Şemo (1927-2000) ji pey qedandina dibistana navîn ya gundê xwe: Şênavanê li ku Ermenî û Êzdî bi tevayî dijîtin, ew li zozana rastî zilamekî Ermenî yê bi navê Xaçîk tê. Zilam hatibû mêvanya oba wan . Xaçîk jî qedera jîyana wî ya pêşîrojê safî dike. Zilamê Ermenî şedetnema wî ya dewî anîna dibistana navîn jê hildide û dibêjê filan rojê were bajarê Yêrêvanê, filan adrêsê. Berxvanê pispor, kerê berxê xwe dispêre hevalê xwe (Hevalê wî jî Sihîdê Îbo bûye, nivîskar û profêsorê bijîşkîyêyî yê pașîrojê bi nav û deng.*) roja kivşkirî bi wê adrêsê diçe Yêrêvanê. Derdikeve ku wur xwendinxana doxtorîyê ye ew Xaçîk jî berpirsyarê wê xwendinxanê ye.
Wusa Simo dibe xwendevanê wê xwendinxanê.
Hevalê wî Sihîdê Îbo li ber berxa dimîne, Simo diçe xwendine, pirr dixweze hevalê wî jî bê tev wê xwendinxanê da bixûnin:
“ Rokê jî ketime cem wî (berpirsyarê xwendinxanê) û min derheqa Sihîdê hevalê xwe da wî ra gilî kir. Ewî go, wekî bira bê: “ emê binhêrin- çika çi dikin”.
“Îdî sê meh ji despêka dersa derbaz bûbûn. Kaxazê Sihîd jî tunebûn. Rojtira mayîn ez çûme gund û min Sihîd anî cem Xaçîk. Ewî got dibe, wekî ji bo wê demê (sê mehê derbazbûyî) diqewime çetinayêd resmyetê va girêdayî çêbin. Lê Xaçîk Hovhanêsyan ya xwe kir û nîvê sala xwendinê da /Sihîd bû xwendikarê wê xandingehê.
Bi wî awayî min û Sihîdê Îbo tevayî xwend. Me xwendingeh bi dîploma dereca pêşin (ya sor) xilazkir û em bê întam ketine unîvêrsîtêta Yêrêvanêye doxtorîyê”.
Hewaskarin bîranînêd helala Hecîyê Cindî-Zeyneba Îbo: “Sihîd tevî birayê xweyî mezin û Simoyê Şemo tê mala Hecîyê Cindî, wekî ew alîyê wî bike, ku xwendinxanê da bixûne. Sibetirê Hecîyê Cindî tevî wan diçe ba serokê têxnîkoma doxtorîyê (bijîşkîyê) Xaçîk Hovhanêsyan, kîjan hevalê wîyî (yê Hecîyê Cindî; E.B.) sêwîxanê bû. Hecîyê Cindî ji Xaçîk hîvî dike, ku alî Sihîd bike, wekî Sihîd xwendinxanê da bixûne. Xaçîk dibêjê:
-Hecîyê bira, vê zivistanê, nîvê sala xwendinê, bê întam… ne axir wê min gunekar bikin?
Xêlekê difikire, paşê dibêje:
-Na bira, ez nikarim hîvîkirina te texsîrkim. Xort hema sibêda bê dersa.
Paşê Xaçîk rastî Hecî hatibû, gotibû:
-Sihîd talante (pirr şereza), çiqas rind bû me ew dît.”
Temamîya jîyana xwe da herd (Simoyê Şemo û Sihîdê Îbo) man wek birayên amin. Time bi hevra bûn, heta ku tev helbest jî nivîsîne. Sihîd çiqas zanyarekî mezin, hekîme “loqman “ bû, ewqas jî Simo ji bo helbestvanyê û dengbêjîyê hatibû dinyayê.
Rêdaktorê berevoka Smoyê Şemo ya“Baxçê Payîzê” Çerkezê Reş wa dinivîse (Tê xanê wî ev çîrok ji Simo bihîstîye; E.B)):
Şiêreke bi vê sernivîsarê, naverokê û sazîyê ( Xwezî dîsa zar bûma, E.B) bûye kilam. Xudanê wê Sihîdê Îbo ye. Pirs ewe, wekî carekê Simoyê Şemo û Sihîdê Îbo, kîjan hevalên hevdûye mîna bira bûn, tevayî bi avtobûsê ji Yêrêvanê diçine gundê Şamîranê. Rêva qirê Giresorê dinhêrin û zarotîya wane wusa jî li wir derbasbûyî dikeve bîra wan. Nişkêva dest pê dikin- ezberî, tevayî xetê vê siêrê disêwirînin. Şiêr êpêce dirêj derdikeve. Paşê nayê bîra wan- kê kîjan xet sêwirandîye. Bi laqirdî şiêrê pare vedikin. Sal derbaz dibin û herdu varyantên şiêrê çawa efrandinên cuda-cuda kitêbên Simoyê Şemo û Sihîdê Îbo bi heqî cîh digirin wek şiêrên serbixwe .
***
Çawa xwendevanê mera eyan e Sihîdê Îbo bi tiragêdî û bêwext ji emir çû. Çûyîna Sihîdê Îbo pir hukumî li ser hevalê wî helbestvanê diltenik kir:
Hevalê min
Tune şevek nêyêyî xewna min,
Heta sibê gazina nekî,
Nola berê, tu birê min
Dilê xweyî behr venekî.
Şev dibine sal li min û te,
Dihingirin, kuta nabin,
Hîv sar dibe û qisa me,
Lê gazinê te xilaz nabin.
Zatotîyêda em bal hev bûn
Lê niha tu xewnêda têyî,
Ax, felekê çima ha kir?-
Her şev, her car minra dibêyî!
Meremê te tev ma nîvî,
Bext tera bû behira şeva,
Bêje çi bikim, kê bikim hîvî,
Xwe bavêjim kîjan ava?
Ku hêsabî li wê dinê,
Ewê dinya heta-hetê,
Neyêyî vê dinya zinê,
Herî cîyê xwe-nav cinetê.
Tune şevek nêyêyî xewna min,
Heta sibê gazina nekî,
Nola berê, tu birê min
Dilê xweyî behr venekî.
(Sihîdê Îbo;Baxçê Payîzê; rû65-66)
***
Min rind Simo nas dikir, nenihêrî em hevalê nêzîkî nîbûn, Lê tiștekî bi rastî zanim, emirda doxtirî na çi pêşekê wî jî hebûye, ewê dengbêj û helbestvan bûya, ew ji bo sitiranê û helbestvanyê hatibû dinyayê.
( Kerîk ji gotarê- pirtûka Eskerê Boyîk, ÇANDA KURDÊN SOVÊTÊ, Weșena DENG-2012 rû 294-307).

Leave A Comment