2 keçên Êzidî yên rizgarkirî vedigirin Herêma Kurdistanê
Du keçên Kurd ên Êzidî piştî 6 salan ji revandina ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hatin rizgarkirin û vegeriyan cem malbata xwe.
Leyla û Ronya du keçên Êzidî temen 17 salî ne û ji dema êrîşa ser Şingalê ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin. Piştî rizgarbûna wan, îro di deriyê sînorî Pêşabûrê re vegeriyan cem malbatên xwe.
Peyamnêrê K24ê li ber deriyê Pêşabûrê diyar kir, malbatên wan herdu keçikan li ber deriyê sînor kom bûne bo pêşwaziyê li wan keçikan bikin.
Wan herdu keçikan ji K24ê re axivîn û kêfxweşiya derbirîn ku piştî 6 salan ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û vegeriyan nava malbatên xwe.
Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.
Li gor dawî amara Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ta niha çarenivîsa 2800 Kurdên Êzidî ne diyar in.
S. B
Leave A Comment