Wezîrê navxwe bo BasNewsê: Eger pêwîst bike bê dudilî emê qedexê dirêj bikin
Îmad Bîlal
BasNews – Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera kir, eger pêwîst bike ew dê bê dudilî qedexeya hatûçûnê bi hemahengiya li gel wezareta tenduristî û parêzgeran dirêj bikin û diyar kir parêzgerê Silêmaniyê daxwaza çi kiribe jê re hatiye şandin.
Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji BasNewsê re ragehand, berê dema qedexeya hatûçûnê bo 1ê Nîsanê hatibû dirêj kirin, ‘’Bê guman her dema ku em nêzîkî wê dema hatî diyar kirin bibin, wê demê bi hemahengiya li gel wezareta tenduristî û parêzgeran biryara pêwîst dê li ser qedexeya hatûçûnê bidin. Eger pêwîst bike bê dudilî emê dema qedexeya hatûçûnê dirêj bikin û piştre li ser dema wê rêkbikevin.’’
Rêber Ehmed got, hemû tewdîrên qedexeya hatûçûnê bi hemahengiya li gel wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê kirine, ew jî hemahengiya wan li gel hemû rêveberiyên tenduristiyê û îdareyên serbixwe hebûye. Ji ber wê daxwazên rêveberiya tenduristiya Silêmaniyê jî girtine dest û her demekî wan pêwîst bi alîkariyê be em amadene alîkar bikin bo rêgiriya li pêşketina vîrusa korona.’’
Wezîrê navxwe got, qedexeya hatûçûnê ji bo kêm kirina hejmara berkeftiyên vîrusa korona sedî sed bandor kiriye û diyar kir: ‘’Eger me ew tevdîr negirtiban naha hale me wek piraniya wan welatan dibû ku her ji destpêkê bêxem nêzîkbûn. Ji ber cîdî nêzîkî vîrusa korona nebûn. Ji ber wê em geşbînin bi alîkariya xelkê Kurdistanê û rênmayiyan û biryarên hikûmeta herêma Kurdistanê. Herwaha em geşbînin bi îdareya bihêz a cenabê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bo tekoşîna li hember vîrusa korona û krîzê.’’
Derbarê parêzgeha Silêmaniyê de jî got: ‘’Parêzgerê Silêmaniyê daxwaza çi kiribe, jê re hatiye şandin û bi taybet bo bajarê Derbendîxanê wan çend rojane de çi pêwîstbe hatiye kirin û tişta hatiye kirin tê wateya ku taybetmendiya wî sînorî berçav hatiye girtin û li ti cîhekî bêxemî yan kêm giringî nehatiye dayîn. Ji ber wê cudayî di navbera bajarên Kurdistanê de di siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê de cenabê serokwezîr de tine ye.’
Leave A Comment