CEJNA SERSALÊ ( Çar þembûya sor)
dinya ye hûn u fênik u xoþe , ne ye sare u neye germe , koka werzê beharê ye deþt u der , çol u beyar , girk u dol , bi keskatîyê u nefelê , kulîlk u penîrotik u qîvar u giyayik , kengir u karî u sîrk u nêrgiz u rîhanotika ye razandi u xemilîye
Heyva nîsane meheke pîroz di nav heyvên sale de heta vê gavê jî êzidî daweta di vê mehê de naken , jina na înin di bêjin ( nîsan bi xo bûka heyvaye , melkezen di vê mehê de tête xiwarê deng di ke li beharê , ne li hêre bigire heta bi çiyayê þingarê) nîsan bûka xemilîye çu bûkên ciwantir u qaþengtir u þepaltir di ser xwe re nabînit . vêca cejneke hosa pîroz divêt ew heyamek bit berî hingî xo bora karkir bin , di bînî kabanîyên nav mala çaxê di gehne hev base hîka u xirvekirna wan dikin , eve di bêjit : min li ber bû îsal geleka komkim belê pa mêvanên me di boþ u pirin ..
Malxoyên mala bas her basê serbiraye , eve di bêjit : min berxekî hosa yê raçavkirî u êdî di bêje :
ma me jî sersalê pîroztir heye , çî bi keyn hêþta kême ..
Hêvara cejnê , anku sêþembûyê dorên nîvro kabanî di bezna kiloska u hîka di înine der u core giyayekî di înin u hîka di nav de di kelînin u paþî bi dermanka sor , zer , kesk u rengawreng di ken ..
Malxoyên mala jî serbirrên xo vedkujin u di girwên u berhev diken , her li wê rojê core nanekî di pêjin di bêjne sewuk ku di rûnî di pêjin ..
Ye fere her malek hêvara cejnê nanekê yan dû nana bo her malekê ji malên gundî bibet u heke jêra nebir ankû jê di zîz u qehirîne , xo heke jêra bir nîþana dilxoþî u pêkhatinê ye , her hosa li roja sêþembûye ankû hêvara cejnê kabanîyên mala nan u zad u hîka di bene ser zehmanî bi xêra mirîyên xo , hêvara çar þembûye kûr u keç qesta dol u girka dikin kulîlk u beybûna di çinin u di înne mal , xo berî bi kefte meha ninsanê hemûya hinek ax ya ji axkolka berhev kirîye çunku li meha nîsanê çê nabe erdî bi kolin , gunheye erdî avise , demê þînbûnê ye , kabanî jî þîrarka di havêjne piþta xo u qesta bêrê di ken da piçeke þîrî bi doþin u bibite hêvên bo salê hemû yê , di çin bi lez u baz her bêrîvanek dû sê pezeka di doþit u di zivirne mal , þivan u berxvan jî ji ber xatira sala nû pez u berxik u karka tekel dikin da sava maka bi mêjînin , ew jî dilxoþ bin .
Kabanîynên mala jî hêþta bedleke þevê mayî ji xew ra di bin , kulîlk u beybûna li serederên malê di den u her xanîyekî ji xanîyên malê jî dû sê qevdên kulîlka bi serederên vedkin u hîka diþikînin u qaçkên rengawreng kirî li ser di den çunku cejne , cejna ser sala nûye , behare divê hemû tiþtî xemilî be …. Sibeykê her malek ji mala kotkeke mastî di destê zarokekî xo di ket u bo mala di bet nexasme wan malên mast ney . ew mal jî zarokî dest vala na vegerînin , hîkekê yan çend hîka di dene zarokî u pirtkeke nanî di kotka wî diken gunehye kotkê vala vegerînin . roj roja zarokaye , ne ya wan u bes , roja keç u kura u lawaye , roja pîremêr u pîrojnaye , vê rojê hemû di destûr dayne ji xore yarîya bikin , çend terzên yarîya di ken ,( hîkanê, mêþkanê , kabanê ) .
Hîkanê ewe : her yek ji xore hîkeke qayim u mukum hildibijêrit u di kete deqê xo u hîkanê di ken , her çî yê hîka wî þikest di bite piþka havalê wî , vêca yê hîkeka qayim hebit ji xo re koþeka hîka di bet .
Mîþkanê ewe : çend kur u keçek her yek dê hîkekê danête erdî her kesê mêþekê li ser hîka wî berê dana hemû hîk di bine behra wî ..vêca wê rojê hemû di çine pirozbaya hev dû , mal bi mal di gerên u her çî mala bi çinê dê hîka li ber wan danên u dest bi hîkanê di ken ..
Belê pa þivan u berxvanên li deþtê li ber pezî , pez u xudan kirna wî þivankarî cihekî diyarî kirî di dan u standin u bîr u bawerîya wan de wê hey , þivanên xo ji bîr naken , derdorî nîvro her yek u xiwarneke qeder hale xo lê dinêt u xelatekî di gel xo hil digirit u di çine bêrê li cem pezî : serkerî(1) jî di gel pirkoya(2) çaxê nêzîkî þivanî di bin þivan bi serê pezekê di girit u di înte pêþiya wan pêþkêþî bêrîvana di ket , ew jî xiwarna înayin radixên u xelat u dîyarîyên înayin pêþkêþî þivanî u berxvanî di ken , bi keyf u xoþî , yarî u laqirdî u dîlana wextê xo heta hêvarî di borînin .. hêvarî bêrîvan vedgerêne malê hinek u xort u keç qesta cem pezî di ken da berx u maka ji hev cuda ken , belê yarî u kêkf u xoþî bi vê çendê xilas na bin belku ji nû þemalk têne hilkirin , ji nû hingava êkê ye , ev keyf u xoþî nêzîkî meh u nîveka vedkêþin u di bine tiwaf u her înîyekê yan çarþembûyekê dever – dever li gundekî di bine mêvan ankû xundîyên tiwafa gundî , ku li babetê bêtin dê li ser tiwafa jî nivîsim …

Xundevanê delal ev nivîsîna li serî min li sala 1979 nivîsî bû I di rojnama hawkarî de jimare (482) li roja 09.07.1979 weþand bû , paþî min kire piþkek ji piþkên kitêba xo gundyatî ewa li sala 1985 li bexdayê hatiye çapkirin u hêja Ido babe þêx ew kitêb ji zimanê kurdî wergêra zimanê erebî u li þamê hate çapkirin .
Hejî gotinê ye ku min li dawîya vê nivîsînê dupat kirbû ku ev cejne her wekî êzidîyên me di bêjin kevintirîn cejne ji cejnên me êzidîyan u miletên li mîzopotamiya u kurdistanê bigire sumerîya u paþî wan babiliya u u Aþurîya jî cejneke mina vê cejnê di kirin .
U min got bû heke em rehên vê cejnê u çend cejnên din yên êzidiya þirove bikin dê ji mere xoya be ku baweriya êzidiya çend ye kevnar u dêrîne . di salên boride gelekên din her li ser vê cejnê ku paþî min bihîst di bêjne (çarþembûya sor) nivîsîn .

Niha jî mehên sale nîzan , nuzan anku nû bûn , nû bûna her giyandarî li ser rûyê kinyatê .
Dîsan peyva zigmak ku li ser demê sumeriya u babilîya her peyva kurdî heta niha em bi kar di înin tînte bîra me , vêca þirove kirna ramana hîka u kulîkên insanê u xemlandina derî u serderên malên êzidiyan anku piþkdarî di destpêka sala nû de , piþkdarî di xeml u koka beharê de . çunku di bawerîya me êzidiyan de li çarþembûya êkê ji meha insane êzî anku xudê milyaketî di hinerte erdî da wê salê ser u guha li dinyayê biket u giyandar ser ji nû vedjînneve kewabû eve cejna vejandina siruþtê ye , cejna vejandina giyane wera ye ji dar u dirext u pez u hemû giyandarye.
.
———————————————————————
1-serkerî: ew bîrîvana pitir ji hemû gundiya pez hey.
———————————————————————
1-serkerî: ew bîrîvana pitir ji hemû gundiya pez hey.
2-pirko: ew bêrîvanên pezê wan kêmtir .
Leave A Comment