KNN/Pirtûk
Dîwana nû ya Xebat Žakir, Dergûža Evînê derket!
Dîwana nû ya žair Xebat Žakir ya bi navê Dergûža
Evînê ji layê Wežanxaneya Han hate wežandin. Pirtûk 152
rûpelan pêk dihê.
Xebat Žakir di helbestên xwe yên herikbar û melodîk de
gelek mijarên cûda ji xwe re kirine xem û li gor xwe ûslûb û
formeke mûzîkî ya
di helbestên xwe de pêkanîne. Dîwan ji layê ziman jî gelek saf,
têgîhîshtî û nerm e. Ev pirtûk charemîn berham shairî ye.
Kerem bikin li jêr nasnameya dîwanê û helbestek ji
dîwan bo xwendina we hatiye pêžkêžkirin.
Dergûža Evînê * Xebat Žakir
© Mafê çapê parastî ye
Çapa 1.
Berlîn/Gulan-2010
Wežanên Han - 23
Helbest- 13
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Wêne: Xebat Žakir
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin
Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40
Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41
han-grafik@hotmail.de Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek
JavaScript vekirî be
ISBN: 978-94040997-29-6
KNN/Nahê Xan
Ez Nizanim
Ez nizan im
Ez ê ji kur dest pê bikim
ji evîneke mirî
buhareke bê gul
awazeke lal
yan ji guleke rûçikî
ez nizanim?
Ji ževeke bê stêr
dilekî bê hest
çavên bê kil
yan ji hestên mirî
ez nizanim?
Ji bêbextiyeke birik
û goleke girik
ji gundekî bêdar
zaroyeke bê zar
yan ji evîneke cemidî û sar,
ez nizanim?
Ji dîlbereke kubar
dilekî birîndar
evîndarekî mirar
yan ji qirekên kelogirî
ez nizanim?
Ji gotina xwezî bi par
cejneke cemidî û sar
xoretekî têkçûyî û bêwar
yan ji keçeke silbûyî ji mal
ez nizanim?
Ji dayika kezebžewitî û dike
hawar
bêrîkirina cih û war
ji xemsariyê
ji nezaniyê
yan ji mana bê dost û heval
ez nizanim?
Ji porê bi dara ve dimînin
lažên di zindana de dirizin,
zimanê qedexe dibe û tê ji bîrkirin
yan ji malbatên li koçberiyê têkdiçin
ez nizanim?
Ji bîrên ku tên dizîn ji xaka Nižtiman
dayika kelogirî dimîne, li benda žervan
ževbuhêrkên sar û cemidî bê stiran
yan ji cotkarê nîvmirî û xizan
ez nizanim?
Ji tokên çirandî, ji zilim û zorê
hicrikên bê kesik in li holê
nifžekî nezan û nexwendî.
yan ji Egalên ku dibin Qamçî
ez nizanim?
Ji zarokên dimînin sêwî
gožtê bi napalman herijî
gorên bê kêl û cendekên wendayî
yan girtîgehên ji zindiyan tijî,
ez nizanim behwerbikin ez nizanim?
Ji perîkên ziwa
tabloyên winda
temburên bêtêl û perde
windakirina feqîrên bixirqe
ez nizanim?
Ji Laliža dibe mîrate
gundên dimînin vala
mala li ber lehiyê diçe
lažên bûne berate
ez nizanim?
Ji bûkên li malbavan vedigerin,
zarokên bi hisreta dê yan bav dimînin
bavê heya berbangê li meyxana serxwež in
yan ji jinên ku qîmetê xwe nizanin
ez nizanim?
Ez ê ji kur destpêbikim
Ji xesûyên qîmetên xwe
li ba bûkan nabînin
bûkên li malê bi rehetiya xwe nahisin
ji sibê heya êvarê, žer û lêdan û bihevçûnin
yan ji rûsipiyên kerr, lal û bê ziman dimînin
ez nizanim?
Lê tižtekî tenê di zanim
jiyan bê îlm û xwendin nabê
bi dest hejandin û simbêlbadanê nabê
dûrbûna ji war û pûçkirina mejî nabê
qet nabe bi kužtin û tolhildanê.
îro tifaq û tebayî
li ba me dimîne xwezî
lê ez dizanim ku kesî
bi xweziyan banedane kezî.
11.12.2006 Oldenburg/ Elmanya
Kurtejiyan
Xebat Žakir li bažur-rojavayê Kurdistanê
di sala 1967an de li gundê Tilerbît çavên xwe li
jiyanê vekirine,
û li gundê Girxatunê mezin bûye.
Ew ji sala 1984an ve û heya
îro
ji bo çand û hunera kurdî kar
û xizmetê dike.
Berhem:
Mûzîk:
1. Kasêta Yekemîn di 1997an de hatiye tomarkirin, bi navê ``Lo Hevalno´´.
2. Kasêta Diwemîn di 1999an de hatiye tomarkirin bi
navê ``Gundê min´´.
Pirtûk:
3. Berhevoka helbestan ya bi navê
„Derwêž im di Perestgeha Evîna Te de" (Helbest
2007 )
4-Berhevoka helbestan ya bi navê
„Derguža Evînê" Helbest 2009
Xebat Žakir di nava gelek komên hûnerî
de kar kiriye li Welat û Europa.
Xebatên li Welat û li Sûriye:
1-Koma Nûhilat li bajarê Žamê di sala 1985an de.
2- Koma Hêzil li bajarê Tirbespiyê di sala 1989 an de.
Xebatên li Eurupa:
1-Koma Hêzil ya derveyî welat li Elmaniyayê
2-Koma kilasîkên kurdî û maržên netewî li Akadimiya Kurdî li Elmanya.
Xebat Žakir ji sala 1989an ve li welatê Elmaniya li koçberiyê dijî.
Endamê Navenda PEN a Kurd û Hevgirtina Rewženbîrên
Rojavayê Kurdistan û Saziya Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistan e.
