li despêkê supasiya ew
kesên ev konfranse amadekirîn dikem.
Helbet zêdetir behsê Kerkukê
hatekirin, lê li alyek din jî gelek deverên veqetyay ji Kurdistanê hene,
wek deverên Êzidyan, ku ez dê liser rewþa Êzidyan li wan deveran
bikurtî axivm ûkak Heso Hurmî jî hinek behis lêkir.
Ez dixwazim weyên
hêja agehdarkem, ku hejmara Êzidyan li giþt Îraqê nêzîkî êk milyunê ye û
85 ji sedê dikevin wan deverên girêday maddê 140 ji desturî. Birastî
rewþa wan pir xirabe, ji alyê xizmetan, êdarê û jyana rojane ve wekÎ:
Êk
: JI sala 2003 ê heta evro, mesela du îdara(Bexda û Erbîl) ê gelek
tasîr û bandora xwe ya nerînî (Silbî) êxiste nav jyana Êzidyan.
Du :
Êzidî ji ber du egerên dînî û netewî(Ku Kurdin û ne Bisirmanin)nikarin
biçin Musilê û karkirin li Musil pir zehmete.
Sê: telebe û
xwîndkarrên Êzidî nikarin biçin zanîngeha Musilê bixwînin.
Çar :
parastina jiyana Êzidyan li wan deveran pir zehmete, bo nimone : Ji roja
14 tebaxa 2007 ê û heta niha zêdetir ji 1000 kesên Êzidî hatîne kuþtin û
birîndarkirin ku piranya wan di karesata Girhzêr û Sîba þêxxidrê dabûn.
Pênc
: 95 ji sedê ji Êzidyan dixwazin vegerin ser Kurdistanê,çunkî li goreî
dekomêntên dîrokî û cxrafî Êzidî ji Kurdistanê veqetyane û persgeha
Laliþ jî li Kurdistanê ne . Lewra vegeyana Êzidyan bo Kurdistanê erkekê
dînî û exlaqî û niþtmanî ye.
Þeþ : eger Êzidî li Þingal û Þêxan û
Dihokê hevdu bigrin, dê bine hêzeka baþ û mezin û dê tasîra wan liser
biryarên siyasî îdarî bêhtir hebît.
Heft : Pêdivîye xelkê me vegerin
ser Gundên xwe, bitaybetî devera Þingalê, ku bi derametê xwe geleka
dewlemende.
Heþt : Pêdivî ye ardên Êzidyan bo bhêne zivirandin û
harîkarya cutyaran jî bhêtekirin. û silavêt min êt gerim bo mamostê min
hene.
* Deqê vê nivîsînê, li roja
26.4.2010 ê li sala perlemanê Ewropî, di konfiransa girêdayî bajarê
Kerkûkê û deverên girêdayî bendê 140 di destorê Îraqê da, min pêþkêþkir.
Gelek cihê dilxoþiya min bû, çaxê dîrokzanê mezinê kurd profisor Kemal Mizhir Ehmed
bersiva min day û xoyakirî, ku bergê siyê ji pertoka wî ya girêdayî van
deverê dabirrî ji Kurdistanê, li ser deverên Þingalê û êzidîniþîn li
parêzgeha Mosul berhevkeriye