Kurdī | عربــي | كوردي |
Destpźk | Nūēe |   Gotar | Kurdistanī | Sport | Behīdarī | Pīrozbahī | Reportag | Cand u Huner | Peywendī | Erşīf| Link
  Kurdistanī


Bernard Levy: Temenź min hebe dź serxwebūna Kurdistanź bibīnim

Cejna Newroze pīrozbet/Mohamed Gouma
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏شخص أو أكثر‏ و‏نار‏‏‏

Heyder Şeşo: Pźwīst e Heşda Şeibī riya Şingal – Herźma

Heşda Şeibī: Hźzźn Amerīkī di armanca me de ne!

500 keē ū jinźn hatine rizgarkirin dź ji Almanya re bźn rźkirin!

Tarīxa referandum ū hilbijartinźn Herźma Kurdistanź diyar bū

Rźzdar Dilşad Barzani u Babe şźx u şandź Blindź Kurdźn Źzidī sere

PDK-S: Me kiryarźn PYDź ligel Nūneratiya Kurdistanź li Berlīnź gotūbźj kir

Mesūd Barzanī beşdarī Konferansa Ewlekariya Cīhanź dibe

Serokź Herźma Kurdistanź rźzdar Mesūd Barzanī ra/Eskerź Boyīk, nivīskar
  Cand u Huner


Źzdīxana min/ ‏‎Eskere Boyik
لا يتوفر نص بديل تلقائي.

Rabe kurdo rabe!
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏لقطة قريبة‏‏‏

HEWAR.Tosinź Reşīd
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏لحية‏‏‏

MALA ME!/Prīskź Mihoyī.

Li Benda Xapīnź Helbesta . Dr Xezel Elmacidī Wergźrana . Hasan Silźvani

Partīzan ū şerrvan/Ahmed Balayi
  Pīrozbahī


Salvegera Rojnama Kurdīstan /Solin Hacador

Birźz Xwişk ū Birahźn Źzīdī;Solīn Hacador

Cźgirź serokź Parlementoya Kurdistanź salvegera raperīna Duhokź pīroz dike
ÕęŃÉ žżDr. Jaffar Ibrahim Eminkiżž.


Eyda Xidir ū Xidir Eylas



Dr. Xelîl Cindî Ražo
Xanna Omerxalî
Ev cejna êzîdîya bi navê dû babçaka tê naskirin, yek: Xidir Nebî ku wek xudanê hijê kirin û miraz hasil kirinê tê hijmartin.
Dû: Xidir Eylas (Eliyas) wek pižtevanê (xudanê) ewan kesêt nexwež û rêvîng û zêndaniya tê hijmartin. Xidir Nebî û Xidir Eylas dû simbolêt pîrozin di nav baweriya gelek dîn û milletêt rojhelata naverast da.

Di nav her yek ji wan baweriyada bi navekî tên nasîn, wek mînak, di nav dînê Êzidiyada bi navê (Xidir Liyas û Xidir Nebî) tên naskirin; li nav Kiristiyana da bi navê (Êlîya) û li nav Žebeka, Sarliya, Kakeîya, "Ahlî Heqq" bi navê (Xidirî Zênde) tê naskirin. Her wisa di nav hinek milletêt Qefqasiya jî tên nas kirin.

Hejî gotinê (Xidir Liyas û Xidir Nebî) di mîtolocîya Êzîdiyada wek simbola nemirinê (jiyana her û her) tên berçav û bi çîvanoka Eskenderê çarqurnet (Eskenderê Mekedonî)ve tên girêdan; ku ew bo Eskenderî çone (Ava Hêwanê), ava nemiriyê bigerên û jêra bînin heta ew her zêndî bimîne. Wek çîvanok dibêje, Xidir Liyas û Xidir Nebî digehine (Ava Hêwanê) û cewdekî ji wê avê tijî diken û vedigerên bên cem Eskenderî. Li vegera xweda di westên û li bin darekê bêhna xwe der diêxin, cewdê avê bi darekêve daliqînin û herdû li bin darê dikevine xewê! Teyrek tê û nikila xwe li wî cewdê avê dide û kun dike heta ew av gižt di rije (dera dibe).

Çîvanok wisa xoya dike, ji ber ku Xidir Liyas û Xidir Nebî ji wê avê vexwarine, ew her di zêndîne. Ew dara av jî pêda hatî xwar ku „dara zeytûnê“ bû, here keske û ew teyrê nikila xwe lêdayî herî zêndîye! Ev cejn li roja înîya yekê – li gor salnama rojhilatî, ku bi sîzdeh roja dikeve paž salnama ji dayik bûna Îsa – ji meha Sibatê ji alîyê êzîdîyêt Ermenîstanê û Gurcistanê tê derbaz kirin. Êzîdîyêt Kurdistana Îraqê, Turkîyê û Suriyê evê cejnê bi dû roja derbaz dikin:

 pêncžembû bi navê Xidir Eylas û înîyê bi navê Xidir Nebî. Li cem êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê sê roja rojîya digirin û ev rojî li sêžembûyê dest pê dikin û roja înîyê cejna wane. Lê li cem êzîdîyên Kurdîstana Îraqê, Turkîyê û Suriyê roja dûžembûyê bi rojî dibin û li roja pêncžembû û înîyê cejna xwe dikin. Her wisa li cem êzîdîyêt Îraq û Suriya her kesekî navê wî Xidir yan Eylas be, ew gereke her sê roja bi rojî bin, lê bi rastî, ne bes ew kesêt navêt wan Xidir û Eylas evan rojîya digirin, belkî gelek kesêt din jî bi rojî dibin. Ev cejn, yeke ji cejnêt mezin û giring û bi rewž li cem êzîdîyan. Êzîdîyêt Ermenîstanê û Gurcistanê berê û niha jî adetekî wisa hebû; ževa berî cejnê gundî li gunda bi arî, dîwarê tenûrê bi wêneyê zaroka di nexižandin.

Her wisa tewleyêt dewara û kotanêt pezî bi wêneyêt heywana û berx û canoka dinexižinin. Ev adet pire ji bîr û bawerêt peydabûn û derbazbûna jîyanê. Ew evan deran bi arî dinexižînin, bi wê armancê ku zarok di malê da çê bin û berhemê terž û tewalî zêde be. Ževa berî înîyê êzîdîyêt Ermenîstanê diçin mêvandarî hev û pêžyêda diçine mala ewan kesêt mirîyêt wan di nû û serxwežîyê li wan dikin û žûnda diçine mala mirov û cînarêt xwe. Li dawîyê zelamêt gund li mala žêx û pîr û 'ilmdara kom dibin, guhdarî qewl û beyt û du'a dikin. Armanc ji vê topbûnê ewe: bitir êzîdî digehine serhev û ewan bi hevra girêdide. Li cem êzîdîyêt Îraq û Turkîyê di vê cejnêda qurbanî dan, ankû serjêkirina heywana, her wisa nêçîr, qedexeye.

Êzîdî dibêjin: „Çê nabe qurbanî bên kužtin û xûn bêt rijtin, her wisa nabe kes here dežtê li nêçîrê bigerê“. Ji ber ku êzîdî li ser wê bawerîyêne Xidir Elyas û Xidir Nebî di van rojada û li vî demê salêda li mehînêt xwe di swarin û tajî û tolêt wan vêrane û li dežtê li nêçîrê digerin! Lê belê ev 'adete, ev rawežta li cem êzîdîyêt Ermenîstanê û Gurcistanê tuneye, belkî ew li vê cejnê heywana wek qurbanî serjêdikin. Tižtekî dî here balkêž di vê cejnêda ewe; li hêvara berê cejnê li cem êzîdîyêt Ermenîstanê li ževa berê înîyê û li cem êzidîyêt Îraqê roja pêncžembûyê, xort û qîz xwarineke žor (tijî xoy) dixon, êzîdîyêt Ermenîstanê dibêjine „totka žor“ û avê venaxwin û žûnda li ser radizin. Li cem êzîdîyêt Îraqê, Turkîyê û Surîyê jî tižtêt žor dixon wek: qeletik, nok, baqilkêt žor û li ser radizin, bi wê hîvîyê li ževê her kesê avê bide wan, bibe dergistîyê wan. Êzîdîyêt Kurdîstanê Îraqê wisa bawer dikin, ku di xewnêda, heke av li malekê yan li kanîya gundekî vexwerin, ewê ji wê malê yan ji wî gundî bizewice! Heke kur be av li malekê vexwarî, dê bi keça wê malêra zewice, Heke keç be, dê bi kurê wê malêra bizewice!! Roja dawiyê ji rojîyêt Xidir Liyas û Xidir Nebî êzîdîyêt Îraqê dibêjinê „Zîpik û qirîpik“, ew roje gelek sermaye. Her jineke êzîdî hinekê ji pora (pirça) zarokêt xwe (keç û kura) bi meqesê jê dike. Lê belê ne tenê hindik pora zaroka di vê cejnê da tê birinê, lê pora mezina jî. 'Adetekî wisa li cem êzîdîyêt Ermenîstanê û Gurcistanê tuneye.

Di vê cejnê da berê 'adetekî wisa hebû ku ževa berê cejnê, zarokêt gund li Ermenîstanê gorêt ji hirîyê vehûnandî û rengîn nexižday hildidan û navê wê gorê (Dolîdang) bû, bi têleke dirêjve girêdidan û diçûne ser banî mala cînarê wan û di kolekê ra ew dolîdang berdane xwarê û pê ra ev stiran digotin: Dolîdangê, dolîdangê, Xwedê xweyî ke xortê malê. Pîre malê bike qurbangê:

 Tižtekî bavêje dolîdangê. Xelkê wê malê jî ew gore bi žêranî ji žekirok û mêwij tijî dikirin û zaroka dolîdang careke dî hildidan. Ev 'adete li cem êzîdîyên Îraqê, Turkîyê û Surîyê tuneye. Ževa berê cejnê êzîdîyêt Ermenîstan û Gurcistanê „poxînê“ (êzîdîyêt Îraqê û Sûriya dibêjine „pêxûn“) di êxine amanekêda û da dinêne pižt derçika malê. Êzidîyêt Îraqê û Suriyê divê cejinêda genim û nok û baqilka di qelînin, ewî genim û cehê qelandî (qelatik) di bene ažî, di hêrin û dikene (pêxûn), ewê pêxûnê dîsan di êxine amanekê – leganekê yan tepsiyek, belê li ber derçikê mîna êzîdîyêt Ermenistanê û Gurcistanê dananin, belkî di bine qulinçka malê.

Êzîdîyêt Îraqê, Suriya û Turkîyê li ser wê bawerîyêne ku bi ževê Xidir Eylas û Xidir Nebî tevî tajî û tûlêt xwe bên mala wan û li ser wê pêxûnê hazir bin û nîžaneke xwe li ser bi cî bihêlin, da sibê xudanê malê here ewê nîžanê bibîne! Lê êzîdîyêt Ermenistanê û Gurcistanê wisa fikr dikin ku hespê Xidir Nebî li ser wê poxînê žopa ne’la xwe bihêle! Eve tižtekî pîroze û mizgînîya xêr û bereketêye ji wê malê ra, mala Xidir Nebî û Xidir Eylas herinê. Li vê cejnêda, êzîdîyêt Îraqê xwarina amade dikin û li gel pêxûn û qeletika diçine nav dexil û dan û zevîyêt xwe, ewê xwarinê di navda di bijînin, da xêr û bereket û zêdebûn bikeve berhemê wê salê.

Gotineke Êzidîya heye dibêje: „Xidir Liyas û sal xilas“. Ev cejine, cejna here dawiya demê zivistanêye û pižtî wê seqem û sermay hêdî-hêdî kêm dibe

 

Çavkanî: www.kaniya-sipi.de

Dema wežandinê di Malpera www.xetara.com de: 03.12.2007




 
Destpźk | Nūēe |   Gotar | Kurdistanī | Sport | Behīdarī | Pīrozbahī | Reportag | Cand u Huner | Peywendī | Erşīf| Link
ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê www.hekar.net tên belavkirin,
her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!