Kurdī | عربــي | كوردي |
Destpźk | Nūēe |   Gotar | Kurdistanī | Sport | Behīdarī | Pīrozbahī | Reportag | Cand u Huner | Peywendī | Erşīf| Link
  Kurdistanī


Bernard Levy: Temenź min hebe dź serxwebūna Kurdistanź bibīnim

Cejna Newroze pīrozbet/Mohamed Gouma
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏شخص أو أكثر‏ و‏نار‏‏‏

Heyder Şeşo: Pźwīst e Heşda Şeibī riya Şingal – Herźma

Heşda Şeibī: Hźzźn Amerīkī di armanca me de ne!

500 keē ū jinźn hatine rizgarkirin dź ji Almanya re bźn rźkirin!

Tarīxa referandum ū hilbijartinźn Herźma Kurdistanź diyar bū

Rźzdar Dilşad Barzani u Babe şźx u şandź Blindź Kurdźn Źzidī sere

PDK-S: Me kiryarźn PYDź ligel Nūneratiya Kurdistanź li Berlīnź gotūbźj kir

Mesūd Barzanī beşdarī Konferansa Ewlekariya Cīhanź dibe

Serokź Herźma Kurdistanź rźzdar Mesūd Barzanī ra/Eskerź Boyīk, nivīskar
  Cand u Huner


Źzdīxana min/ ‏‎Eskere Boyik
لا يتوفر نص بديل تلقائي.

Rabe kurdo rabe!
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏لقطة قريبة‏‏‏

HEWAR.Tosinź Reşīd
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏لحية‏‏‏

MALA ME!/Prīskź Mihoyī.

Li Benda Xapīnź Helbesta . Dr Xezel Elmacidī Wergźrana . Hasan Silźvani

Partīzan ū şerrvan/Ahmed Balayi
  Pīrozbahī


Salvegera Rojnama Kurdīstan /Solin Hacador

Birźz Xwişk ū Birahźn Źzīdī;Solīn Hacador

Cźgirź serokź Parlementoya Kurdistanź salvegera raperīna Duhokź pīroz dike
ÕęŃÉ žżDr. Jaffar Ibrahim Eminkiżž.


Ēaržema Sor cejna Sersala Źzdiyan



Mecîdê Heso
Bi dirêjiya dîroka xwe, gelê Kurd wekî netew bi hemû ol û bîrûbaweran ve bi gižtî û ola Êzîdîyan bi taybet çendîn karesat bi serî hatine.
Ji encamê ferman,talan, žewitandin,kužtin û birîna, yên ku Êzîdî bi egerên olî û neteweyî tûžbûyîn, hîç dekûmêntên nivîskî li cem nemayîne.

Destnîžankirina destpêka cejin û tewaf, rêûresmên vê ola kevin.Ta niha wateya hind sembol û elementên di gêrana rêûresmên Êzîdiyan de bi kar tên, cihê gengeže û danûstandinê ne. Çavkaniyên li ber dest behra pitir ji wan ne cihê bawiryêne, ji ber ku hind nivîskar, girêdayî hind bîrûbawiryanin ku diserî de li dijî hebûna neteweya Kurdin û pažî lidijî wan bîrûbaweryên kevnên li cem Êzîdyanin, ew bîrûbaweriyên ku herdemê ku werarê bikin dê serçavkên din yên netewebûnê bi xwe ve girêdin û hesta neteweyî xurtkin. 

Berovajî jî diriste,ango çend bîra neteweyî pêžkeftiye, çendî Êzîdyatiyê jî xwe ji qunçikên tarî derxistiye der û xelekên winda ji dîroka me derxstîne û bûye gencînek bi hêz ji alê parastinakultûr û reseniya dîroka žaristanî li cem Kurdan, ku heyanî niha piraniya žûnewarên wan žaristaniya li Kurdistanê mîna kopên çiyayên Kurdistanê di serbilind û xweragirin.
Yên ku li cem Êzîdîyan mayîn hijmarek têkistên devkîne,ku di sîngê rîhsipîyan de hatîn parastin.
Her lêkolînek zanistî pirensîpên xwe yên tîyorî û piraktîkî hene.Raste Êzîdîyan hiç dekomêntên nivîskî nemayîne,lê mîtolojiyek taybet û pir balkêž heye. Ji alê erkolojî ve žun pencên vê olê liser žaristaniya kevna Kurdustanê xuyaû ažkiraye. Bi sedan žûnwar li Kurdistanê vê rastiyê berçav dikin.jiblî vê yekê ger mîtolojiya niha Êzîdîyan bawerîpê hey, berawird bikîn digel ya miletên din yên wî ser demî dê nêzîkyekê yan mînahevyekê di navbera wan de bînîn.Bažtirîn mînak cejna serê salê ye ku bi "Çaržema Sor" tênasîn, mezintirîn cejna Êzîdîya ye.

Cejna sersala Êzîdîyan di keve çaržema yekê ji salnameya rojhilatî. Li pey mîtolojiya Êzîdîyan her sal Xudê, xwedawendekî"milyaketekî"ji heft xwedawendên xwe dihinêre ser erdî, jiboyî ku li wê salê serperižtiya sîstemê jiyanê bigre dest xwe. Êzîdî pižtî gelek duayên xwe dibêjin :"Ya milyaketên ber salê, hûn me sitar bikin ji qedayê ji belayê". Bawerya Êzîdîyan wiloye ku bi hatina vî xwedawendî, erd bi xeml û xêz dikeve, giyanewer û sirûžt bi dest pêka vê dem salê avis dibe, bi vê helkefta pîroz žahî û cejin li her derê tên gêran.Pendek pêžînan heye di bêje" Melik zên hat xwarê, deng kir li biharê, ne li hêre tenê bigre heya bi çiyayê Žengalê ".Di mîtolojya Êzîdîyan de hatiye ku nîsan bûka hemû mehaye, Xwedawend têde zewicîne, ji ber hindê jinînan û zewac li vê meha pîroz de herame.

Erkolojiyê ferensî "kontîno", yê ku žarezayek mezin di warê jiyana Asûrî û Babilyan de hey, sebaret hebûna vê cejnê li cem van herdû miletên navbirî dibêje ku:"Sexmeratî jinînana pîroz di vê cejnê de, li gižt peristgehên Babilî û Asûriyên kevin de, nivêj û rêûresmên xwezayî dihatin lidarxistin.cotekî xwedawendan bi vî karî radibûn,yan žûna wan dû kahinên din yên nêr û mê parçek vê ·anogeryê her sal pê·kêždikir .

Lêkolînvanê Ingilîzî Corc rû dibêje ku:" Berê miletên kevin,bi rêya jinînana pîroz a xwedawendan,berê moletên kevin ji zîdebûna verêja xelik,pez,dxil û danê xwe pižt rast dibûn.Ew jinînan jî her sal bi keyîv û xwežî li bîr di hat",dîsan dibêje ku"Her sal bihar mîna behižtê bû bo Somerî û Ekedya, wî çaxî çavê her kesî li wan rêûresman bûn yên ku bi dirêjiya-11 rojan-li Payîtextî dihatin sazkirin û li darxistin, hêvî û mirazên her hawilatiyekî mezobotamî bi vê cejnê ve girê dayî bûn".

Tewafên Êzîdîyan, yên ku Îroj bi dirêjiya meha nîsanê, li her gundekî tên gêran û bi cožek mezin li her ciyekî Êzîdî lê dijîn tên pîrozkirin, dîsan ew kernevala ku linîsana li bajarê musil niha jî tê gêran, ku bi paytexta Asûriayan di hat hijmartin, girêdayî hevin, her dû jî pažmayên mîtolojiyek pir kevnarin.
Êzîdî dibêjin axkolan di vê meha pîroz de herame, jiberku vê mehê erdî avise, sebaret vê yekê"kontîno" dibêje ku:"di koka xwe de ev cejn ya xwezayî bû, bi dû rengan di hat pîrozkirin, yekem: behîdariya sirûžtî(xwezayî)li ser hemû tižtên jîndar, diwem: žahîgêrana sirûžtî ye bi vegeryana jiyana her tižtî.Êzîdî jî di vê cejnê de, ji aliyekî keyfê dikin û ji alek din ve miryên xwe li bîr tînin.Êvara cejnê her malek nanek taybet dipêjin ku jêre dibêjin sewik, pižtî ku her jimarek wan sewikan binavê miryekî(a) xwe bi navdikin, li ser malên gundiyên xwe belav dikin.sibeyîka cejnê di germe germa pîroziyan de, jinên gundî bi buxçikên pirî zad û fêkî ve qesta goristana gundî dikin.Malxoyên malan jî her yek qesta nav zeviya xwe dike û qaçikên hîkênbi renga xemilandîn li nav çandinîyên xwe belav dikin.bêrîvan jî mastê wê rojê dikin hêvênê hemû salê û tevaya wê rojê berxikan berdidin ber makan da ku bi vê cena pîroz mêjanê bikin ji ber ku žîrê wê rojê tenduristiye.helbet wê rojê xelatek bažpêžkêžî živanan dikin.
Berî çavê rojê zerbe ku Êzîdî dibêjinê çavê žêžims,pêwîste her malekê serderyên xwe xemilandibin bi qaçikên hikên rengîn û kulîlkên nîsanê yên sor. Êzîdî rêzgirtin û xemla jiyanê bi rengînkirina hîkan derdibirin(tînin ziman).

Çima hêk bo vê mebesta pîroz bikartên?.

Ji ber ku hîk jêderê jiyanê ye û her jiyanliberek ji hîkê dirist dibe.
Berê Iraniyên kevin jî ev cejne hebû û her bi heman navî, her sal li çaržema dawiyê ji salê anku digel cejna Newrozê,niha hindî û elmanî jî li jêr navên cuda, lê her bi xemiladina hîkan vê cejnê pîroz dikin. Ji ber vê yekê ez jî bawer dikim ku serçavkên vê cejnê gelek dikevnin,jiber ku vedgeryên serdemê peydabûna bîrûbaweriyên miletên Arî.
Êvara cejnê li laliža pîroz Qewil û sirûdên olî tên gotin û sema tê gêran(kê·an),çirayekî mezin tê helkirin û ji agirê wî çiray çendîn fitîl li ser nîžangehên xasan li geliyê laližê tên vêxistin,di gel ku roj perên xwe dadhêle û ber bi avabûnê ve diçe li geliyê pîroz dîmenekê fantazî dirist dibe û dibe kernevala rengan.

*roja 3/nîsan/1999įn di rojnama Özgürpolotîk de "pižka Kudrî" hat wežanden.


Çavkanî: www.lalish.de

Dema wežandinê di Malpera www.xetara.com de: 03.12.2007




 
Destpźk | Nūēe |   Gotar | Kurdistanī | Sport | Behīdarī | Pīrozbahī | Reportag | Cand u Huner | Peywendī | Erşīf| Link
ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê www.hekar.net tên belavkirin,
her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!