Kurdī | عربــي | كوردي |
Destpźk | Nūēe |   Gotar | Kurdistanī | Sport | Behīdarī | Pīrozbahī | Reportag | Cand u Huner | Peywendī | Erşīf| Link
  Kurdistanī


Dr. Mohamad Gouma/Solīn Hacador

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٢‏ شخصان‏، و‏‏بما في ذلك ‏‎Mohamed Gouma‎‏‏، و‏‏‏‏أشخاص يجلسون‏، و‏طاولة‏‏ و‏منظر داخلي‏‏‏‏‏


Sefīn Dizeyī: Tirkiyź daxwaz kiriye ku em nūnertiya Herźma Kurdistanź vekin

Bīranīna Tźmūrź Lźșo Broyan/Eskerź Boyīk
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٣‏ أشخاص‏، و‏‏أشخاص يبتسمون‏، و‏‏بدلة‏‏‏‏

Balolka şekirź Cīroka : Hesen Silźvanī
لا يتوفر نص بديل تلقائي.

Serok Barzanī: Bo ēareser kirina temamź pirsgirźkan emź alīkarź Adil Ebdulmehdī
ڤ

Serok Barzanī: Pźwīste şaştiyźn berź bźne rast kirin

M I R I N/Eskere Boyik
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏جبل‏، و‏‏سماء‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏

ROJNAMA «RYA TEZE» JI BO BĪRANĪNA TORINŹ TORINĪ/Prīskź Mihoyī
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏نص‏‏‏

Wź wa here ku?Eskerź Boyīk
ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏

Dibźjne min tu evīndarī...Ageed Goran...
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏عه گید خێله کی‏‏، و‏‏لقطة قريبة‏‏‏
  Cand u Huner


DILŹ DŹ/Prīskź Mihoyī.
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏٣‏ أشخاص‏

Źzdīxana min/ ‏‎Eskere Boyik
لا يتوفر نص بديل تلقائي.

Rabe kurdo rabe!
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏لقطة قريبة‏‏‏

HEWAR.Tosinź Reşīd
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏لحية‏‏‏

MALA ME!/Prīskź Mihoyī.

Li Benda Xapīnź Helbesta . Dr Xezel Elmacidī Wergźrana . Hasan Silźvani
  Pīrozbahī


ALANŹ MIHOYĪ TEVĪ LECVANĪYA RŪSYAYŹ YA FŪTBOLŹ BŪ
ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏

Salvegera Rojnama Kurdīstan /Solin Hacador

Birźz Xwişk ū Birahźn Źzīdī;Solīn Hacador


CEJNA SERSALŹ ( Ēar žembūya sor)



Pîr Xidir Silêman 
Sala nû li cem êzidiyan ji çar žembûya êkê ji nîsana žerqî dest pê ket , ji ber vê çendê roja yekem çaržembûya vê mehê cejna sersalêye , cejneke bi žez u gire , sirr u seqema dinyayê bi duristî di žkêt , qîjêniya nîvroyên havînê hêžta bi serda nehatîye ,
dinya ye hûn u fênik u xože , ne ye sare u neye germe , koka werzê beharê ye dežt u der , çol u beyar , girk u dol , bi keskatîyê u nefelê , kulîlk u penîrotik u qîvar u giyayik , kengir u karî u sîrk u nêrgiz u rîhanotika ye razandi u xemilîye

Heyva nîsane meheke pîroz di nav heyvên sale de heta vê gavê jî êzidî daweta di vê mehê de naken , jina na înin di bêjin ( nîsan bi xo bûka heyvaye , melkezen di vê mehê de tête xiwarê deng di ke li beharê , ne li hêre bigire heta bi çiyayê žingarê) nîsan bûka xemilîye çu bûkên ciwantir u qažengtir u žepaltir di ser xwe re nabînit . vêca cejneke hosa pîroz divêt ew heyamek bit berî hingî xo bora karkir bin , di bînî kabanîyên nav mala çaxê di gehne hev base hîka u xirvekirna wan dikin , eve di bêjit : min li ber bû îsal geleka komkim belê  pa mêvanên me di bož u pirin ..

Malxoyên mala bas her basê serbiraye , eve di bêjit : min berxekî hosa yê raçavkirî u êdî di bêje :
ma me jî sersalê pîroztir heye , çî bi keyn hêžta kême ..

Hêvara cejnê , anku sêžembûyê dorên nîvro kabanî di bezna kiloska u hîka di înine der u core giyayekî di înin u hîka di nav de di kelînin u pažî bi dermanka sor , zer , kesk u rengawreng di ken ..

Malxoyên mala jî serbirrên xo vedkujin u di girwên u berhev diken , her li wê rojê core nanekî di pêjin di bêjne sewuk ku di rûnî di pêjin ..

Ye fere her malek hêvara cejnê nanekê yan dû nana bo her malekê ji malên gundî bibet u heke jêra nebir ankû jê di zîz u qehirîne , xo heke jêra bir nîžana dilxožî u pêkhatinê ye , her hosa li roja sêžembûye ankû hêvara cejnê kabanîyên mala nan u zad u hîka di bene ser zehmanî bi xêra mirîyên xo , hêvara çar žembûye kûr u keç qesta dol u girka dikin kulîlk u beybûna di çinin u di înne mal , xo berî bi kefte meha ninsanê hemûya hinek ax ya ji axkolka berhev kirîye çunku li meha nîsanê  çê nabe erdî bi kolin , gunheye erdî avise , demê žînbûnê ye , kabanî jî žîrarka di havêjne pižta xo u qesta bêrê di ken da piçeke žîrî bi dožin u bibite hêvên bo salê hemû yê , di çin bi lez u baz her bêrîvanek dû sê pezeka di dožit u di zivirne mal , živan u berxvan jî ji ber xatira sala nû pez u berxik u karka tekel dikin  da sava maka bi mêjînin , ew jî  dilxož bin .

 Kabanîynên mala jî hêžta bedleke ževê mayî ji xew ra di bin , kulîlk u beybûna li serederên malê di den u her xanîyekî ji xanîyên malê jî dû sê qevdên kulîlka bi serederên vedkin u hîka dižikînin u qaçkên rengawreng kirî li ser di den çunku cejne , cejna ser sala nûye , behare divê hemû tižtî xemilî be     …. Sibeykê her malek ji mala kotkeke mastî di destê zarokekî xo di ket u bo mala di bet nexasme wan malên mast ney . ew mal jî zarokî dest vala na vegerînin , hîkekê yan çend hîka di dene zarokî u pirtkeke nanî di kotka wî diken gunehye kotkê vala vegerînin . roj roja zarokaye , ne ya wan u bes , roja keç u kura u lawaye , roja pîremêr u pîrojnaye , vê rojê hemû di destûr dayne ji xore yarîya bikin , çend terzên yarîya di ken ,( hîkanê, mêžkanê , kabanê ) .
Hîkanê ewe : her yek ji xore hîkeke qayim u mukum hildibijêrit u di kete deqê xo u hîkanê di ken , her çî yê hîka wî žikest di bite pižka havalê wî , vêca yê hîkeka qayim hebit ji xo re kožeka hîka di bet .

Mîžkanê ewe : çend kur u keçek her yek dê hîkekê danête erdî her kesê mêžekê li ser hîka wî berê dana hemû hîk di bine behra wî ..vêca wê rojê hemû di çine pirozbaya hev dû , mal bi mal di gerên u her çî mala bi çinê dê hîka li ber wan danên u dest bi hîkanê di ken ..
Belê pa živan u berxvanên li dežtê li ber pezî , pez u xudan  kirna wî živankarî cihekî diyarî kirî di dan u standin u bîr u bawerîya wan de wê hey , živanên xo ji bîr naken , derdorî nîvro her yek u xiwarneke qeder hale xo lê dinêt u xelatekî di gel xo hil digirit u di çine bêrê li cem pezî : serkerî(1) jî di gel pirkoya(2) çaxê nêzîkî živanî di bin živan bi serê pezekê di girit u di înte pêžiya wan pêžkêžî bêrîvana di ket , ew jî xiwarna înayin radixên u xelat u dîyarîyên înayin pêžkêžî živanî u berxvanî di ken , bi keyf u xožî , yarî u laqirdî u dîlana wextê xo heta hêvarî di borînin .. hêvarî bêrîvan vedgerêne malê hinek u xort u keç qesta cem pezî di ken da berx u maka ji hev cuda ken , belê yarî u kêkf u xožî bi vê çendê xilas na bin belku ji nû žemalk têne hilkirin , ji nû hingava êkê ye , ev keyf u xožî nêzîkî meh u nîveka vedkêžin u di bine tiwaf u her înîyekê yan çaržembûyekê dever – dever li gundekî di bine mêvan ankû xundîyên tiwafa gundî , ku li babetê bêtin dê li ser tiwafa jî nivîsim …

Xundevanê delal ev nivîsîna li serî min li sala 1979 nivîsî bû I di rojnama hawkarî de jimare (482) li roja 09.07.1979 wežand bû , pažî min kire pižkek ji pižkên kitêba xo gundyatî ewa li sala 1985 li bexdayê hatiye çapkirin u hêja Ido babe žêx ew kitêb ji zimanê kurdî wergêra zimanê erebî u li žamê hate çapkirin .

Hejî gotinê ye ku min li dawîya vê nivîsînê dupat kirbû ku ev cejne her wekî êzidîyên me di bêjin kevintirîn cejne ji cejnên me êzidîyan u miletên li mîzopotamiya u kurdistanê bigire sumerîya u pažî wan babiliya u u Ažurîya jî cejneke mina vê cejnê di kirin .
U min got bû heke em rehên vê cejnê u çend cejnên din yên êzidiya žirove bikin dê ji mere xoya be ku baweriya êzidiya çend ye kevnar u dêrîne . di salên boride gelekên din her li ser vê cejnê ku pažî min bihîst di bêjne (çaržembûya sor) nivîsîn .

Niha jî mehên sale nîzan , nuzan anku nû bûn , nû bûna her giyandarî li ser rûyê kinyatê .

Dîsan peyva zigmak ku li ser demê sumeriya u babilîya her peyva kurdî heta niha em bi kar di înin tînte bîra me , vêca žirove kirna ramana hîka u kulîkên insanê u xemlandina derî u serderên malên êzidiyan anku pižkdarî di destpêka sala nû de , pižkdarî di xeml u koka beharê de . çunku di bawerîya me êzidiyan de li çaržembûya êkê ji meha insane êzî anku xudê milyaketî di hinerte erdî da wê salê ser u guha li dinyayê biket u giyandar ser ji nû vedjînneve kewabû eve cejna  vejandina siružtê ye , cejna vejandina giyane wera ye ji dar u dirext u pez u hemû giyandarye.

 .
---------------------------------------------------------------------
1-serkerî: ew bîrîvana pitir ji hemû gundiya pez hey.

2-pirko: ew bêrîvanên pezê wan kêmtir .



Çavkanî: www.lalish.de

Dema wežandinê di Malpera www.xetara.com de: 03.12.2007





 
Destpźk | Nūēe |   Gotar | Kurdistanī | Sport | Behīdarī | Pīrozbahī | Reportag | Cand u Huner | Peywendī | Erşīf| Link
ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê www.hekar.net tên belavkirin,
her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!