Kurdī | عربــي | كوردي |
Destpźk | Nūēe |   Gotar | Kurdistanī | Sport | Behīdarī | Pīrozbahī | Reportag | Cand u Huner | Peywendī | Erşīf| Link
  Kurdistanī


Heyder Şeşo: Pźwīst e Heşda Şeibī riya Şingal – Herźma

Heşda Şeibī: Hźzźn Amerīkī di armanca me de ne!

500 keē ū jinźn hatine rizgarkirin dź ji Almanya re bźn rźkirin!

Tarīxa referandum ū hilbijartinźn Herźma Kurdistanź diyar bū

Rźzdar Dilşad Barzani u Babe şźx u şandź Blindź Kurdźn Źzidī sere

PDK-S: Me kiryarźn PYDź ligel Nūneratiya Kurdistanź li Berlīnź gotūbźj kir

Mesūd Barzanī beşdarī Konferansa Ewlekariya Cīhanź dibe

Serokź Herźma Kurdistanź rźzdar Mesūd Barzanī ra/Eskerź Boyīk, nivīskar

Navroka daxuyaniya dawiya civīna civata Serkirdatiya PDKź/Masrour Barzani

Barzanī: Pişta me bigirin da ku em armancźn xwe bidest bixin..Oland: Emź
  Cand u Huner


Rabe kurdo rabe!
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏لقطة قريبة‏‏‏

HEWAR.Tosinź Reşīd
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏لحية‏‏‏

MALA ME!/Prīskź Mihoyī.

Li Benda Xapīnź Helbesta . Dr Xezel Elmacidī Wergźrana . Hasan Silźvani

Partīzan ū şerrvan/Ahmed Balayi

şova jiyanź/ ‏‎Ahmed Balayi‎‏.
  Pīrozbahī


Salvegera Rojnama Kurdīstan /Solin Hacador

Birźz Xwişk ū Birahźn Źzīdī;Solīn Hacador

Cźgirź serokź Parlementoya Kurdistanź salvegera raperīna Duhokź pīroz dike
ÕęŃÉ žżDr. Jaffar Ibrahim Eminkiżž.


Giringiya rojīgirtinź ū hinek cejnźn me źzidiyan



Kemal Tolan
Li gorî ku di qewl û duhayên me Êzdiyan de xwanê dibe, Milyaketan di roja žemiyê de dest bi afirandina dinya yê kirine û di roja dûžemê de jî qedandine. Lewma ye ku Êzdî di roja sêžemê de dest bi girtina rojiyên ji bona Milyeket û Qelenderan dikin.
Wekî dinê em Êzdî vêga hêjî dibêjin, ji bo roj ji tengasî û tariyên zivistanê zu derkeve û dinya ji me hemû ruhilberan re xwež bive, em bangî hemû Xwedanên (Tawisî-Melek, Žêx Adî, Žêžims, Êzî û whd.) xwe dikin û ji destpêka meha kanûnê žûnde de gelek rojiyan ji bona wan digrin û cejnên wan pîroz dikin. Her wusa, gava roj ji tengasî û tariyan xelas dibe jî, em dîsa gelek rojiyan ji bo Xwedanên xwe digrin û cejnên(weke îda: bilindê, batizimî, çilê zivistanê, Xidiryas, Xidirnebî, Newrozê, Çaržema sor û whd.) wan pîroz dikin.

Ferzên rojî girtinê, divê her evdê Êzdî ku fahm dike, temen mezin û saxiya wî li cîh be rojî bigre. Êzdî di berbanga sibê hêja stêrka sibê neavîtî de, radibin pažîvê dixwin û jê pêde jî, heta roj biçe ava qet tû tižtekî ne dixwin û ne jî vedixwin.

Li ba me Êzdiyan mahna rojî yê ne ku meriv hima xwe tenê birçî bike. Dema evdên Êzdî bi rojî bin, divê ew di wî wextê de ruhên xwe paqij bikin; yanî xizmetê ji hevûdinê re bikin, haj ji axaftina xwe hebin, dema yek xeberên nebaž û çiran bi meriv bike, meriv jî çêr û xebrên wî lê venegerîne(bersiva baž ewe hingê meriv bêje ez bi rojî me), xwe ji têkiliyên cinsî û tižtên xirab dûrbikin, xêr û xêrata bidin. …..

Kesên temenê wan piçûk anjî gelekî mezine, nexwež, bidûhalî(bihemle), bêmecal û whd.in ne mecbûren rojiyan bigrin.

Dema yek bi hemda xwe tižtên ku rojî yê dižkênin-xera dikin(tižtekî bixo, vexo,verežandina xwe bîne, bikeve têkiliyên cinsî û whd) bike, hingê rojiya meriv dižkê û ew rojî qebul nabe.

Gava roj diçe ava, Êzdî gazî Xwedanê ku jê re rojî girtine dikin û fitara xwe bi gezek nan(qutê îmanê ye) yanjî bi paçûkirina beratekê(axa nav mala Žêx Adî ye) vedikin û dûre dibêjin:“ Ya ......... , min ji te re ev rojî girt, tû vê rojiya min ji xwe re qebul bikî..........“.

ROJΠû ÎD-CEJNÊN ÊZDIYAN
Rojiyên ku em Êzdî hêjî ji bo Xwedê, pîroziya Milyaket, Xas, Qelander û hemû kevnežopên dînê xwe digrin evin

1- Îd û rojiyên Žêžims

Êzdiyên ku Xwedanê wan Žêžims be, ew tenê (li herêmên Xaltiyan hemû Êzdiyan) van sê rojiyan digrin. Pêwîste meriv van her sê rojiyan dû hefte berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûn(bi hesabê kurmancî meha 12 ye)ê, di roja sêžem, çaržem û pênçžemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Žêžims çêbike.

Wekî dinê, di nav zargotina Êzîdiya de navekî rojê jê Žêžims e û tê gotin ku ev rojî ji bo pîroziya rojê jî tê ne girtin.
2- Îd û rojiyên Xwedan

Li gorî kevnežopên me her evdên Êzdî be, Xwedanekî wan heye û her evdê ji bo Xwedanê xwe (li herêmên Xaltiyan hemû Êzdiyan) sê rojiyan digrin. Pêwîste meriv van her sê rojiyan, hefte yek berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûn(12)ê de, di roja sêžem, çaržem û pênçžemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Xwedanê xwe çêbike.

3- Îd û rojiyên Êzî

Li ser hemû evdên Êzdî ferze ku van her sê rojiyên Êzî bigrin. Pêwîste meriv van her sê rojiyan, di heftiya meha kanûn(12)ê ye yekemîn de, di roja sêžem, çaržem û pênçžemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Êzî çêbike.

Zargotinê me de xwanê dibe ku ev rojî ji bo afirandina dinya yê jî tê ne girtin û dibe Îda afirandina dinyaye.

4- Îd û rojiyên Çilê Zivistanê

Tenê hinek dîndarên Êzdiyan( yên weke Feqîrên Žê Adî û whd.) van çil rojiyên çilê zivistanê digrin û di dawiya meha çile yanjî di destpêka sibatê (2) de jî îda çilê zivistanê çêdikin.

5- Îd û rojiyên Çilê Havînê

Tenê hinek dîndarên Êzdiyan( yên weke Feqîrên Žê Adî û whd.) van çil rojiyên çilê havînê digrin û di meha tîrmehê(7) de jî îda çilê zivistanê çêdikin.

6- Îd û rojiyên ji bo Xwedan, Xas û Qelenderan 

Ji ber ku di Êzdiyatiyê de gelek Xwedan, Xas û Qelenderên dînî hene, ew gelekî bi xof û rahmên û ew gelek îd û rojiyan ji bo Xwedan, Xas, Qelender, Paresgeh, silavgeh, Ziyaret, Cemayî, dawetnebî û whd.ê ku di herêmên wan de hene û pîrozin digrin û cejnên wan pîroz dikin

Nimûne: 

a- Rojiyên Xidiryas û Xidirnebî

Ne ferze ku hemû Êzdî van sê rojiyên Xidiryas û Xidirnebî bigrin. Lê, evdê ku van rojiyan digrin, divê heft sala li ser hevûdinê, di heftiya meha Sibatê(meha 2) ye yekemîn de, di roja dûžembê, sêžembê û pênçžembê rojî bigre û roja înê jî cejna wan çêke.

b- Rojiyên Xatuna Fexra

Di Êzdiyatiyê de Xatûna Fexra Xwedanê zayînê ye, lewma hinek jin tenê ji bo wê rojiyekê digrin û ne ferze hemû jinên Êzdî vê rojiyê bigrin.

c- Wekî dinê:
Li ser Îda Batizmiyê weha tê ye gitin:

Di meha çile(1) de rojî û îda Batizmî, Belindê, Sersala (kurmancî).

Dîsa di meha Sibatê de rojî û îda Qurbanê. Rojî û îda Newrozê(21.3), Çaržema Sor (çaržema nîsanê ye duduya de), Roja Basinbar(20? Nîsan ê de), Cimaiya Žerefdin(19 Tebaxê), Cimaiya Žêxadî( ji 6- 13 ê Kanûnê) û whd.

AMEDEKIRINA CEJNÊ
Di nav bawerî û zargotina me Êzdiyan de amedekirina rojên îda roleke mezin dileyîzin. Amedekirina îdan jî wekî rojên wan ji hevûdinê cûdene. Amedekirina cejinên ku çend rojan dihatine pîrozkirin, beriya îdê bi wextayekî dest pêdikir. Her Êzîdiyî li goriya aboriya mala xwe libasên nû ji bo hemû evdên di malê de dikirî anjî bixwe çêdikir. Tê bîra min, wexta hinek kesan di havînê de benderên (ceh, genim, nok, nîsk û whd) xwe radikirin, dema di mehên payîzan de pez-dewar, dar-komir, fêkî û tižtên xweyî dinê difirotin, ewan hingê mesrefên ji bo amede û pîroz kirina îdan cûde dikirin.

PÎROZKIRINA ROJÊN ÎDAN

Li welat, gava roja êvara îdê dihat, herkesên ku li derve li ser kar û barên xwe bûn dihatin malê. Bixêr hatin didane zeyî û pismamên ji deverên dûr hatine îda wan. Eger îmkan hebûna tû kesê Êzdî di roja îdê de ne diçû ser kar. Hinek kevanî yên mala hêja berî roja îdê û hinek jî roja îdê serê sibê zû radibûn dest bi amedekirna xwarin(kutilk, pîçik, nanê sêlê, aprax, savar, tiržik, birinç û whd.ê) û vexwarinên ji gelek tahman dikirin. Gava xwarin û vexwarina îdê hazir dibû û berî ku kulfetê malê li ser sifra îdê rûnê, kevaniyan zadê para miriyên xwe ji xwarin û vexwarinên amedekirî derdixistn û ev nanê xêra miriyan dibirin didane wan malên ku belangazên gund bûn. Roja îdê de herkesî libasên xwe yên nû û renge reng li xwe dikirin. Yên ku duha dizanîbûn duha û wahzên xwe dikirin. Di pey re kulfetê di malê de diçune dest û rûyên hevûdinê paçûdikirin û her wusa jî diçûne îda malên cînar û hemû gundiyên xwe pîroz dikirin.

Gelek kesên ku ji hevûdinê xeyîdîbun jî bi munaseta van rojên îdan li hevûdinê dihatin. Roja îdê li her gundên Êzdiyan de sifra xwarin û vexwarinê di nava hemû malan de heta êvarê ji erdê ranedibû. Zaroka di van rojan de žekir, gûz, findik, pere, mewîj, hejîr û gelek xwarinên dinê ji xwe re didane tomarkirin.

Gelek caran meriv serê sibê diçû ber qup, ziyaret, silavgeh û cîhên pîroz pez û dewar ji bona ocaxên(xwedanên) wan dikirine qurban. Xwarin bi hevûdinê re li wan cîhan çêdikirin û dixwarin. Pir kesan jî pere û tižtên nav malê xêra miriyên xwe didane merivên dûnav û malên belangaz. Her kesî û bi taybetî jî qîz û xortan heta derengî ževê bi hevûdinê re dawet û dîlan dikirin.

Di rojen îdên cemayî û dawetnebiyan de, her malekê serê sibê radihîžte sêniyên xwarina xwe û diçûne li bênder anjî li ser serê xaniyan datanîn û tevan bi hevûdinê re li ser sifra rêzkirî rûdinižtin û ew xwarina anî bi hevûdinê re dixwarin.
Dûre dîsa bi hevûdinê re pir leystikên cude(dawet, dîlan, dengbêjî, qebê, bahzdanê, xar û pere, tevžoyê, nîžan girtin, dîk-gah-gamêž berehevdan, giranî hildan û whd.ê) dileyîstin.

PÎROZKIRNA CEJNÊN LI EWRÛPA

Berî ku em koçi Ewrûpa yê bibin, gelek ji me bi van kevnežopên bav-kalan mezinbûn û me ew xwedî dikirin. Lê, hinga ku em hatine nava van welat û çandên xerîb, em ji hevûdinê dûrketin, mane bi tenê, tifaqa me ye heyî jî peližî û me gelek kevnežopên bav-kalan jî ji bîra kirin.

Belê, bila rahma Xwedê li ser hemû kes û malbatên ku bi taybetî ji bo damezirandina van mal û komelên Êzdiyan zahmet dane xwe be. Gelek xwandeva jî dizanin ku berî her kesî û rêxistinên li Ewrûpa yê me çend kes û malbatên li bajarê Oldenburgê di sala 1993 de dest bi fikra damezirandina rêxistin û avakirina mala Êzîdiya ye serbuxwe kir. Vêca žikir ji Xwedê re vaye îro ev mal û komelên me li gelek bajarên dinê vebûne û bi xêra xebata wan êdî hinek kevnežopên me jî nûjen dibin û têne xwedîkirin.

Bê guman, ev xwedî lê derketina urf û adetên me yên li Ewrûpa ne li gorî žertên welatên me têne žopandin. Li vira malxo û kevaniyên malan hew dikarin bêjine kulfetê malê; hûnê di rojên îd, žahî û žîna de van libasan li xwebikin. Anjî kes hew di rojên îd û cejnan de diçe li nav malan di gere. Hur û girên me êdî ne li bênder û meydana de bi hevûdinê re dileyîzen û nan duxin. Li virê jî, heta ji me Êzdiyan tê em hêjî gelek kevnežopên (fito, xêr, zadê ji bo miriyan, sunet, bisk, dawet(žahî), žîn, pîrozkirina cejna û whd,ê) xwe di nav salonên mal û komelan de nûjen û xwedikin.

Ez van cejna li hemû heval, Êzdînas û xêrxwazên Êzdiyatiyê û xwandevanan pîroz dikim, hêvîdarim em di nava sala bêde jî di saxî û armancên xwe de her serkevtî bin.


Çavkanî: Rizgarionline.com
Dema wežandinê di Malpera www.xetara.com de: 03.12.2007




 
Destpźk | Nūēe |   Gotar | Kurdistanī | Sport | Behīdarī | Pīrozbahī | Reportag | Cand u Huner | Peywendī | Erşīf| Link
ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê www.hekar.net tên belavkirin,
her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!